Firdevs Yüksel
16 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2023
Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 84,59 dolarî tê firotin.
Warîlê nefta brent roja înê derket 85,50 dolarî û dû ra bi 85,28 dolarî roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.44an pê va ji sedî 0,81 şikest û bû 84,59 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 79,23 dolarî hat firotin.
Di şikestina bihayên petrolê da nediyariya piyaseyan a berî dîmena daxwaza ji bo petrolê û daneyên aborî yên ku vê hefteyê dê bên eşkerekirin, bi bandor bû.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 84,64 û 84,77 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 84,51 û 84,38 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.