Arife Yıldız Ünal
13 Gulan 2024•Rojanekirin: 14 Gulan 2024
Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz û Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek li Kulliyeya Serokomariyê “Besteka di Qamûyê da Teseruf û Xêr û Bereket”ê bi raya giştî ra parve kir.
Alîkarê Serokomar Yilmaz diyar kir ku amadehiyên giştînameya li ser “Besteka di Qamûyê da Teseruf û Xêr û Bereket”ê gihîşt qonaxa dawîn û ew ê di nava vê hefteyê da ji bo pesendkirinê pêşkêşî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bikin.
Wezîr Şîmşek jî hûrguliyên bestekê eşkere kirin û wiha got: "Hewcedariyên mecbûrî yên qadên wekî ambulans, parastin û ewlehî ne tê da, di qamûyê da em ji bo 3 salan kirîn û kirêkirina wesayîtên nû radiwestînin. Avahiyên ku rîska wan a erdhejê heye ne tê da, em kirîn û çêkirina avahiyên nû 3 salan didin sekinandin. Em ê destûrê nedin ku avahiyên nû werin kirêkirin. Em ucretên lijneya rêvebirinê ya xebatkarên qamûyê sînordar dikin. Wê tenê ji cihekî ucreta lijneya rêvebirinê were standin, em ê ji bo ucretan sînorekî jorîn kifş bikin. Xerckirina ji bo erdhej û tiştên mecbûrî ne tê da, em ê ji kirîna mal û xizmetan ji sedî 10, ji perê veberhênanê jî ji sedî 15 bibirin."
Wezîr Şîmşek li ser xebatên ku wê di heyama pêş da werin kutakirin jî sekinî û wiha got: "Di heyama pêş me da reforma îhaleya qamûyê, reforma rêvebirina KÎTan, di bacê da edalet, di warê têkoşîna ku bi karên neqeydkirî ra tên da em ê xebatên xwe kuta bikin."