İbrahim Atmaca
28 Sibat 2019•Rojanekirin: 01 Adar 2019
Civîna Diyaloga Aboriyê ya Payebilindan a Yekîtiya Ewropa (YE) û Tirkiyeyê li Dolmabahçeya Ofîsa Xebatê ya Serokomariyê hat kirin.
Wezîrê Xezîne û Maliyeyê Berat Albayrak, Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Mehmet Cahît Turhan, Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcan, Alîkarê Serokê Komîsyona YEyê Jyrki Katainen, Serokê Delegasyona YE Tirkiyeyê Balyoz Christian Berger, Komîserê Berpirsê Gîhandinê yê YEyê Violeta Bulc, Serokê Kabîneyê yê Komîsyona Ewropayê Matej Zakonjsek beşdarî civînê bûn.
Wezîr Berat Albayrak di vekirina civînê da axivî û got ku ev civîn ji bo wan pir girîng e, lewra van rojana her kes ji bo şerên bazirganiyê bi fikar e û mijarên wek tevkariya aboriyê, bazirganiya serbest ji bo her alî dikare sînerjiyê çêke.
Albayrak diyar kir ku Tirkiye ne tenê ji bo herêma xwe, ji bo YEyê jî bi taybetî di mijara krîza penaberan da piştgiriyê dike û wiha dewam kir:
"Mixabin YEyê ji bo mijarên wek alîkariya penaberan, serbestkirina vîzeyê û Yekîtiya Gumrikê hê li ser sozê xwe nesekinîye."
Wezîr Albayrak der heqê ziyareta Misrê ya heyeta YEyê da jî wiha got, "YE hefteya borî li Misrê bû. Me di TVyê da dît, mixabin hikûmeta Misrê hefteya borî neh ciwan îdam kirin. Van rojana ji her demê zêdetir pêdiviya me bi demokrasiyê heye."
Albayrak ji bo beriva pirsa li ser hedefa enflasyonê jî wiha got: "Me hedefa xwe ya enflasyonê ya 2019an wek ji sedî 15,9 eşkere kiribû. Em nîşaneyên zelal hildidin ku em ber bi hedefa xwe ya enflasyonê va diçin. Di dîsîplîna budçeyê, kêmasiya carî û îstiqrara bihayan da em di nav 6 mehan da pir pêş ketin."
Alîkarê Serokê Komîsyona YEyê Jyrki Katainen diyar kir ku ew ê di Civîna Diyaloga Aboriyê ya Payebilindan a YE û Tirkiyeyê da li ser hûrgilîyên têkiliyên aboriyê û domandina tevkariyê bisekinin û wiha dewam kir: "Çêtir e ku meriv rûnê bi hev ra biaxive, ne ku meriv der heqê hevdu da biaxive. Em timî dixwazin tevkariyê zêde bikin û bi miqamên Tirk ra biaxivin."
Alîkarê Serokê Komîsyona YEyê Jyrki Katainen ji bo îdamkirina neh ciwanan jî wiha got: "Bi Misrê ra diyaloga me hebe jî em piştgiriyê nadin her tiştê wê."