Abdullah Tel
30 Gulan 2020•Rojanekirin: 31 Gulan 2020
Li Tirkiyeyê ji hêla zeviyên tên ajotin va piştî Konya û Enqereyê Riha di rêza sêyemîn da ye û xêra erdê bibereket va ji sedî 36ê nîskan, ji sedî 10ê genim û ji sedî 11 cehê welêt ji Rihayê tê hildan.
Riha bi saya 6 milyon û 500 hezar dekar zeviyên ku jê dexl û den tê rakirin va wek paytextê Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) tê hesibandin û bi saya Bendava Ataturk jî ji zeviyan salê ji carekê zêdetir ber tê rakirin.
Li zeviyên avdan nayê kirin ceh û li yên tên avdan jî genim tê ajotin û cotkaran li deverên bilind ên germahî heta 40 pileyî dertê dest bi çinîna ceh kir û hêdî hêdî bêderê dikin.
Li herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê debr û bêderê dest pê kir
Dexl û denên ji herêmê tên berhevkirin gelekî bi kêrî aboriya welêtê tê û û cotkar bi rakirina ceh û genim va ji bo heywanên xwe kayê jî lod dikin û ji niha va amadehiya zivistanê dikin.
Hîndekarê Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Alî Çullu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dexl û den jî di nav da bi taybetî jî genim pir muhîm e.
Çullu destnîşan kir ku baran ji bo bereketa dexl û den gelekî bi kêr tê û wiha pê da çû: "Îsal baran xweş barî. Bi taybetî jî di mehê adar û nîsanê da barana dibare ji bo erdên avdana wan zehmet e gelekî bi kêr tê. Îsal baran xweş û di wextê da barî û li Rihayê zevî bi bereket bûn."
Serokê Şaxa Rihayê ya Odeya Endezyarên Ziraetê Abdullah Melîk jî got ku ji bo dexl û den îsal hewa xweş bû û wisa texmîn dikin ku serê donimê di navbera 500-550î kîlogramî da genim rakin.
Ji cotkaran Tahîr Ok jî diyar kir ku ew bi destpêkieina bêderê va ew kêfxweş in û wiha pê da çû: "Şikir bê, qeza bê bela me dest bi bêderê kir û em xebata xwe didomînin."