İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım
27 Adar 2025•Rojanekirin: 09 Nîsan 2025
Li Mûşê şêranîfiroş ji bo ku sparîşên Eyda Remezanê pê ra bigihînin, ketine nava tatêl û telaşekê.
Xwediyên dezgehan ji bo ku sparîşên şêniyên bajêr pê ra bigihînin, şev û roj bi wardiye dixebitin. Şêranîfiroş gelek cure şêraniyên wekî peqlewe, şekerpare, gullaç, qedayîfê çêdikin û difiroşin.
Xwediyê dezgehê Veysel Okşaş ji nûçegihanê AAyê ra got ku her sal beriya eydê qerebalixiya wan çêdibe.
Okşaş diyar kir ku di remezana îsal da herî zêde gullaç hat xwarin û wiha dewam kir:
"Di sermayê da herî zêde şêraniyên bişerbet hatin firotin. Em ji firotina şêraniyan razî ne. Hosteyên me bi wardiye dixebitin. Rojane nîvendî 100 tebsî şêranî çêdikin. Em ê nêzî 1500 tebsî şêranî çêkin. Cihên ku pê beled nînin, bira welatî ji wan deran şêraniyê nekirin, lewra kîjan rûnî dixebitînin, standarda wan a şekir çi ye, kes nizane. Em şekirê silqan dixebitînin. Em hemû şêraniyên bişerbet çêdikin."
Okşaş got, "Ji ber eydê telaş û tatêleke me ya şêrîn heye. Mişteriyên me sparîşên taybet didin. Em ê heta roja erefê hemû sparîşên mişteriyên xwe teslîm bikin."