Abdulkadir Günyol
17 Îlon 2024•Rojanekirin: 19 Îlon 2024
Li gorî rapora CNASê ya ku navenda wê li DYAyê, Tirkiye di warê ÎHA-SÎHAyê da, bi performansa xwe ya serkeftî ya di salên dawîn da, bû tedarikvanê herî mezin ê cîhanê.
Navenda Ewlekariya Amerîkayê ya Nû (CNAS) der barê bazara kurewî ya SÎHA-ÎHAyên eskerî raporek weşand.
Li gorî rapora ku Molly Campbellê amade kir, piştî ku Çîn, Tirkiye û Îranê droneyên kêm mesref hilberandin, serweriya Îsraîl û Amerîkayê ya di bazarên droneyan da bi dawî bû.
- Ji sedî 65 a firotinan aidî Tirkiyeyê ye
Çîn, Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji sala 2018an û vir va bi giştî 69 droneyên çekdar ên eskerî firotine 40 dewletên cuda. Ji vana ji sedî 65 Tirkiyeyê, ji sedî 26 Çînê û ji sedî 8 jî DYAyê firotine.
Di sala 2022yan da 6 dewletên nû ÎHA-SÎHA tedarik kirine û ew jî bi temamî Bayraktar TB2yên ku Bayraktarê ew çêkiribûn. Tirkiyeyê sala 2021ê Çîna ku sala 2014an da di warê firotine wan droneyan da li lûtkeyê bû derbas kir û di warê tedarikvaniyê da bû lîder.
- Serkeftinên li qadê îxracat zêde kirin
Li gorî raporê ji ber ku SÎHA-ÎHAyên Tirkiyeyê li qadên cengê yên weke Libya, Qerebax û Ukraynayê performanseke serkeftî nîşan dan û vê perfomansê di medyayê da jî reng veda, bû sedema ku ÎHA-SÎHAyên Tirkiyeyê derkevin lûtkeyê.