Şener Toktaş,Harun Nacar
15 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2025
Li Elcewaza navçeya Bidlîsê ya ku yek ji navendên girîng ên hilberîna gûzan e ji ber ku xêr û bereketa gûzên tê weşandin zêde ye kêfa hilberîneran xweş e.
Li navçeya ku cisnên bi navê "Kazankaya" û "Adîlcewaz13" hatine tescîlkirin jî lê tên çandin daweşandina gûzan dewam dike.
Gûzên ku ji baxçeyên li quntara Çiyayê Sîpanê tên berhevkirin piştî heyama berhevkirinê qaşûlên wan tên paqijkirin û ji bo hişk bibin li ber tavê tên raxistin.
Gûzê Elcewazê ji ber qaçilê tenik, kakilê mezin, gramaj, rêjeya donê zêde û aromaya xwe va gelekî tê ecibandin û ji çar aliyê Tirkiyeyê ra, ji beqlewefiroşên li Entabê ra û welatên Ereban ra tên şandin.
Îsal bi bandora şert û mercên hewayê yê xebatên têkoşîna dijî êşê ya Midûriya Çandinî û Daristanê ya Navçeyê rekolte zêde ye û ji ber vê jî rûyê hilberîneran geş, kêfa wan xweş e.
Candost Arikbaşê Midûrê Çandinî û Daristanê yê Navçeyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku li navçeyê daweşandina gûzan dest pê kir.
Arikbaş diyar kir ku li navçeyê di navbera 5-40 salî da dora 70 hezarî darên gûzan ên meywe didin hene û tê payîn ku rekolte ji 6 hezar tonî derbas bike û axaftina xwe wiha domand:
"Îsal ji bo têkoşîna êşê, gihaştina meyweyan, kalîteya kakilê û vîtamînê da hewldanên me çêbûn. Me encama vê hilda û me karî ku xêr û bereketa gûzê Elcewazê ji sedî 40-50 zêde bikin. Ji bo belavkirina gûzên Elcewazê xebatên me hene. Em li ser 150 dekar erdê bi 3 hezar û 200 fîdanan va baxçeyên nû yûn gûzan çêdikin. Ji sedî 60ê projeyê temam bûye."
Arikbaş got plan dikin ku sala bê serayên gûzan ava bikin û hemû darên gûzam derman bikin û bi vî awayî gûzên Elcewazê belavî hemû Tirkiyeyê bikin.
Arikbaş diyar kir ku zêdebûna donê gûzên Elcewazê taybetmendiya herî girîng e ku wê ji cisnên gûzên din vediqetîne û wiha axivî: "Li gor lêkolîneke li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê û li Îtalyayê li dinyayê donê herî zêde di gûzên Elcewazê da heye. Ev jî gûzên me ji yên din vediqetîne. Ji ber vê tê tercîhkirin û bi heman jî tê firotin. Ev jî qîmeta wê nîşan dide."
- "Don, tahm û aromaya wê têkûz e"
Mehmet Akkoyunê hilberînerê gûz û fîdana jî diyar kir ku di 1800 raqimê da fîdanên gûzên "Adîlcevaz13" û "Kazankaya" yên ku gramaj, don, tahm û aromaya wê gelekî cuda ye diçînin.
Akkoyun diyar kir ku ji bo gûzên Elcewazê îsal saleke bi xêr û bereket e û gûz bi azbûna xwe û tijîbûna kakilê xwe va gelekî baş in û got ku "Gelekî teleb heye ji ber wê jî heta serê salê gûz xilas dibin û namînin."