ANKARA
Wezareta Karên Derve daxuyanî da û di daxuyaniyê de wiha hat diyarkirin: "Îsraîlê diyar kiriye ku dê di 25ê mijdarê de li ser axa Filistînê ya ku dagirkirî ye 800 avahiyên nû çêbike. Ev biryar û hewldan zirarê dide pêvajoya diyalogê."
Di daxuyaniyê de wiha hat destnîşankirin: "Îsraîl li ser axa Filistînê ya ku dagirkiriye li dijî hiqûqa navneteweyî û vîzyona her du dewletan tevdigere. Divê dev ji vê biryar û hewldana xwe berde û divê civaka navneteweyî jî li hember vê biryar û hewldanê bêdeng nemîne û erka xwe bi cih bîne."