Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY), diyar kir ku hejmara penaberên ku ji Sûriyê reviyan ji 2 milyonan derbas bû.
KBPNYê bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku di sala 3yan a şerê Sûriyê de jî welatî bi awayekî trajîk ji welêt direvin. Jin, mêr û zarok tenê radihêjine cilên xwe û Sûriyê diterikînin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di sala dawî de hejmara penaberan derkete 1.8 milyonan û par hejmara wan 230 hezar û 671 kes bû.
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, di daxuyaniyê de got: "Sûriyê bû trajediya mezin a vê sedsalê."
Guterres, diyar kir ku ji sedî 97an penaber ji aliyê welatên cîran ve tên ezimandin, hewcehiyên wan têne pêkanîn û ev yek jî dilê wan rihet dike lê ji bo ku welatên cîran bi qeyranê re têbikoşin divê hêzên navneteweyî piştgiriya wan bikin.
Di daxuyaniyê de nûnera taybet a KBPNYê Angelîna Jolîe jî der heqê Sûriyê de qala fikarên xwe kir.
Jolîeyê, diyar kir ku kuştin, xerabûn û koçkirin li Sûriyê derkete asteke bilind û heke ev yek wiha bidome wê hejmara penaberan zêdetir bibe û welatên ku cîranê Sûriyê ne wê xisareke mezin bibînin.
Jolîêyê, diyar kir ku ji bo dawîlêanîna qeyrana li Sûriyê dewlet li hev nakin lê ji bo dawîlêanîna derd û kulan divê fikra mirovan yek be.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rojê 5 hezar kes Sûriyê diterikînin û pîştgirîdayina welatên ku penaberan dihewînin kete asteke krîtîk.
Li gorî daxuyaniyê ji bo ku balê bikşînin ser vê yekê wê li navenda KBPNYê ku li Cenevreyê ye di 4ê îlonê de bi beşdarbûna wezîrên ji Tirkiye, Irak, Urdûn û Lûbnanê civînek were lidarxistin û li ser navê Tirkiyê wê Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu beşdar bibe.
Li gorî daxuyaniyê ji 2 mîlyon Sûriyeyên ku serî li KBPNYê dan nîvê wan zarok in. Bi tevahî hejmara kesên ku li Sûriyê warê xwe terikandine 4.2 milyon e.