ANKARA
Di serlêdanên ji bo mamostetiyê de ku di 12ê îlonê de dest pê kiribû sibê roja dawîn e.
Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) di 109 qadan de ji bo hildana 40 hezar mamosteyî kadro vekir û ji 12ê îlonê pê ve jî serlêdanan qebûl kir.
Ji bo serlêdanên mamostetiyê 18ê îlonê wek roja dawîn hat îlankirin û ji wê rojê bi şûnde serlêdan dê neyên qebûlkirin.
Namzedên mamostetiyê ku dixwazin bibin mamoste li ser navnîşanên elektronîk yên http://mebbis.meb.gov.tr û http://ikgm.meb.gov.tryê forma serlêdanê tijî dikin û herî zêde dikarin 25 cihan hilbijêrin.
Ji bilî cihên ku tên hilbijartin di forma serlêdanê de xalên "Ez ji bilî tercîhên xwe naxwazim li cihekî din wezîfeyê bikim" û "Ez ji bilî tercîhên xwe kîjan cih bê qebûl dikim" jî hene. Namzedê mamostetiyê ji van her du xalan divê teqez yekê hilbijêre.
Kesên ku "Ez ji bilî tercîhên xwe kîjan cih bê qebûl dikim" hilbijartibin heke cih hebe ji aliyê pergala compîterê ve li wan deran tên bicihkirin.