Hikmet Faruk Başer
02 Adar 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Hunermend Edîp Akbayram di 75 saliya xwe da li nexweşxaneya ku lê tedawî dibû, wefat kir.
Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr yê Stenbolê Doç. Dr. Abdullah Emre Guner li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wefata Edîp Akbayram ragihand.
Guner daxuyand ku Edîp Akbayramê ku yek ji hunermendê hêja yê welêt e, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Haydarpaşa Numuneyê nêzî 2 mehan bû tedawî dibû û got tevî hemû midaxeleyên tenduristiyê wefat kir.
Guner wiha got: "Ekîbên me yên tenduristiyê bi awayekî herî pêşketî li wî nihêrin û tedawiya wî kirin, lê tevî hemû hewldanan mixabin ew ji mirinê nefilitî. Xwedê rehma xwe li wî bike, ez sersaxiyê didim malbata wî, hezkiriyên wî û civaka hunerê."
Edîp Akbayram ji nivînê xwe li erdê ketibû û ji ber şika dibe ku xwîn bipeke hundirê wî di 9ê Çileya Paşîn da ew rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Haydarpaşa Numuneyê ya Zanistên Tenduristiyê. Di 10ê Çileya Paşîn da jî ew emeliyat kiribûn.