Servet Taşdemir
19 Sibat 2025•Rojanekirin: 22 Sibat 2025
Çîroka hirçên li Kaldêraya Nemrûdê ya li Tetwana navçeya Bidlîsê hat nivîsandin.
Di çarçoveya Projeya Destînasyonên Hilbijartî ya Ewropayî da Kaldêraya Nemrûdê ya xwedî 2 hezar û 250 raqim ku "Xelata Bêhempayiyê" sitandibû, bi hirçên xwe yên boz derdikeve pêş.
Endamê Hîndekariyê yê Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Zanîngeha Bidlîs Erenê Doç. Dr. Şener Şukru Yigitler li ser hirçên boz ên ku li derdora Gola Kraterê ya Nemrûdê dijîn, bi navê "Xewa Kûr, Xewa Şêrîn" pirtûkek nivîsî.
Yigitler anî ziman ku wî xwest bi vê pirtûkê balê bikişîne ser guherankariya Avûhewayê û germbûna kurewî û got, "Nûçeyên derbarê hirçên li erdnîgariya ku em tê da dijîn da yên ku nakevin xewa zivistanê, hişt ku ez vê pirtûkê binivîsim. Min xwest ku balê bikişînim ser hişmendiya siruştê."
Yigitler bibîr xist ku Gola Kraterê ya Nemrûdê jîngeha siruştî ya hirçan e û got, "Min ev pirtûk ji bo xwênerên temen 3 heta 8an nivîsandin. Zarokên me dikarin bi dêwbavên xwe ra vê pirtûkê bixwînin û têkevin nava serpêhaiteyeke bikelecan."