Halil İbrahim Sincar
16 Sibat 2025•Rojanekirin: 18 Sibat 2025
Li Mêrdîna ku bi avahiyên xwe yên çandî û dîrokî weke muzeye servekirî ye dîmenên berfê bi dronê hat kişandin.
Li bajarê ku bi mizgeft, medrese, dêr, kûçeyên teng, xaniyên kevirîn ên neqişkirî va yek ji navendên cazîbeyê yên salên dawîn e piştî barîna berfê dîmenên gelekî xweşik derketin holê.
Di parvekirina Walîtiya Mêrdînê ya ji ser hesabê çapemeniya civakî da dîmenên Mêrdîna di bin berfê da bi dronê hatin kişandin.
Di parvekirinê da hat gotin ku "Bi dîwarên xwe yên kevirîn ên ku şahidiya dîrokê dikin, şopên rabirdûyê yên ku li kûçeyên teng veşartiye û bi çîrokên li her goşeyê hatin jiyan va spî xemilî. Mêrdîn bi her halê xwe va xweşik e û her dem gelekî bedew e."