Li Îranê ji 3 hezar salan vir ve wek kevneşopiyek, di beroşên kevir de şîv tê çêkirin.
Beroş, ji kevirê bi navê "Sabûnî" yê ku ji herêma Horasan-i Rezevî tê derxistin, tên çêkirin. Bi vî awayî him kevneşepîyeke bi hezar salan e berdewam dike, tê parastin him jî xwarinên bi tehm tên çêkirin.
Di atolyeyên li Meşheda ser herêma Horasan-i Rezevî de, ji kevirê Sabûnî yê nerm, beroşên kevir û eşyayên xemlê tên çêkirin. Kevirê Sabûnî ji Herêma Çiyayê Kevir (Kuh-u Seng), tê derxistin.
Pîşekar Seyyîd Alî Giyasî daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku tehma şîvên ku di beroşên kevir de tên çêkirin xirab nabe, kesên ku bi tiba alternatîf bawer in, şîva xwe di van beroşan de çêdikin. Giyasî got ku 25 salin ku vî karî dike û 15 salin jî li ser beroşên kevir naxşan çêdike.
Giyasî got ku ji bo tehma şîvên di beroşên kevir de çêdikin xweştir e, zehf tên bikar anîn. Giyasî got, kevirê sabûnî zehf nerm e, bi hêsanî dikarin şikil bidinê, ji bilî beroşan eşyayên xeml û xêzê jî çêdikin û ser beroşan jî dineqşînîn.
Giyasî got ku tehma xwarinên di van beroşan de, tên çêkirin cuda ye, di van beroşan de dema şîv çêdibe madeya demir jî dihele tevlî şîvê dibe û ev jî ji bo kêmaniya madeya demir ya di xwîna mirovan de zehf baş e û wiha dewam kir: "Bi taybetî şîvên biav di van beroşan de tên çêkirin. Di demeke kurt de şîv dikele û hêdî hêdî dipije, ji bo ku şîv hêdî dipije, tehma şîvê xweştir dibe. Şûştina beroşan jî zehf hêsan e û bê mesref e. Li gor daneyên lêkolînên zanistî, beroşên kevir ji bo kêmaniya madeya demir zehf baş e."