Eşber Ayaydın
24 Îlon 2022•Rojanekirin: 25 Îlon 2022
Şaredariya Sirûcê ku Wezareta Karên Navxweyî lê cîgirê şaredar wezîfedar kir, bi Qaymeqamtiya Sirûcê ra "Mihrîcana Hinaran a 3yem a Sirûcê" li dar xist û mihrîcanê dest pê kir.
Ji bo danasîna hinarên navçeyê îsal cara 3yemîn e ku mihrîcan tê lidarxistin.

Mihrîcanê bi meşa kortejê dest pê kir. Walî Salih Ayhan, Parlamenterê Şanliurfayê yê AK Partiyê Ahmet Akay, Şaredarê Bajarê Mezin Zeynel Abidîn Beyazgul, Midûrê Ewlehiya Bajêr Mehmet Murat Ulucan, Qaymeqamê Sirûcê û Cîgirê Şaredar Kenan Aktaş û gelek vexwandî beşdarî mihrîcanê bûn.
Qaymeqamê Sirûcê û Cîgirê Şaredar Kenan Aktaş daxuyand ku mihrîcanê bi coşeke mezin dest pê kir û ew ji eleqeyê kêfxweş in.
Di çarçoveya mihrîcanê da stranbêj Manuş Baba konser da.
Mihrîcan wê heta 25ê mehê roja yeşemê dewam bike.