Haydar Şahin
03 Tebax 2019•Rojanekirin: 04 Tebax 2019
Li Mûşê hedef dikin ku Pireya Muradê ya di sedsala 13an da bi destê Selçûqiyan hatiye çêkirin û dora wê ji turîzmê ra vekin.
Li gor daxuyaniya li ser malpera Walîtiyê hat weşandin, ji bo Pireya Muradê ya ji avahiyên bi qîmet ên bajêr a li ser Çemê Muradê hatiye çêkirin ji turîzmê ra vekin gava ewil avêtin.
Ji bo ku pireya dîrokî û dorberê wê ji turîzmê ra vekin par bi destê Ajansa Pêşxistina Rojhilatê Anadoluyê (DAKA) projeyên mîmarî û peyzajê hatibûn amadekirin.
Peymana piştgiriyê ya projeya bi destê Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê hat qebûlkirin ji hêla Walî Îlker Gunduzoz û Halîl Îbrahîm Gurayê Sekreterê Giştî yê DAKAyê va hat îmezkirin.
Di çarçoveya projeyê da li dorberê pireyê bi taybetî jinên hewcedar ew ê bixebitin, li herêmê navendên atolyeyên berhemên herêmî û firotina amûran, qadên pêşengehan, parkurên macerayê, rêyên meşê û îskele ew ê werin çêkirin.
Li bendê ne ku bi saya qadên civakî yên werin avakirin va gelek ziyaretvan werin dîtina pireya dîrokî.
Dibêjin amûrên di çarçoveya projeyê da werin çêkirin û firotin jî ew ê tevkariyê bidin aborî û îstixdamê.