Abdullah Söylemez,Muhammet Ali Ateş
11 Adar 2024•Rojanekirin: 20 Adar 2024
Qesra Îshaq Paşa a li Bazîda navçeya Agiriyê, di meha ewil a biharê da di bin berfê da ma.
Qesra ku li başûrê bajêr dimîne û ji aliyê rojhilat û başûr jî pala xwe daye teht û girên asê, salê çar demsal bedew û sipehî ye.
Di nav qesra dîrokî da ya ku di serdema Osmaniyan da hatiye çêkirin mizgeft, ode, sûr, tirbe, hewşên dereke û navxweyî, dîwan û salonên heremê hene.
Qesra ku her wisa di Lîsteya Berwext a Kelepora Cihanê ya UNESCOyê da ye û şopên ji mîmariya Osmanî, Selçûqî, Barok û Rokoko dihewîne, di hemû demsalên salê da ziyaretvanan diezimîne.
Qesra qedîm a ku havînê bi kulîlkên rengbireng ên li derdorê vedibin dixemile, di vê meha ewil a biharê da di bin xêliya spî ya berfê da ma.
Qesra ku bi xêliya spî va dirûvekî sipehî wergirt, bi dronê hat kişandin.