Cebrail Caymaz
29 Îlon 2024•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2024
ŞANLIURFA (AA) - Li Şanliurfayê ku bi Projeya Girên Zinaran a bi Gobeklitepeya di Lîsteya Kelepora Cihanê ya UNESCOyê va dest pê kir û dîrokê ronî dike, amadekariyên "Kongreya Neolîtîkê ya Dinyayê" dest pê kirin ku dê di hîmayeya Wezareta Çand û Turîzmê da di 4-8ê Mijdarê da were lidarxistin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin, Walî Hasan Şildak xebatên kolanê ji nêz va dişopîne ku di nav sînorên parêzgehê da di çarçoveya Projeya Girên Zinaran da li 10 cihan berdewam in.
Di daxuyaniyê da cih dan gotinên Walî Şildak jî ku wiha got, "Kongreya Neolîtîkê ya Dinyayê ji bo cara yekemîn tê lidarxistin û lewma jî ji gelek welatan akademîsyen û pispor dê li Şanliurfayê bên cem hev. Me jî di vê çarçoveyê da hemû plansaziya xwe di ber çavan ra derbas kir, em parêzgeha xwe amade dikin ku vê hevdîtina mezin bi awayê herî baş biezimîne."