Melik Fırat Yücel
16 Îlon 2021•Rojanekirin: 21 Îlon 2021
Li Tirkiyeyê di salonên sînemayê da vê hefteyê 2 jê xwemalî 9 fîlm wê bên weşandin.
Fîlma "Baba" ya ku Florian Zeller kişandibû û di qada "Lîstikvanê Mêr ê Herî Baş" û "Senaryoyaya Lêanînê ya Herî Baş" da du xelatên Oscarê hildabû wê derkeve pêş temaşevanan.
Di rola sereke ya fîlmê da Anthony Hopkins, Olivia Colman, Imogen Poots, Rufus Sewell û Olivia Williams dileyîzin û di fîlmê da qala kalekî ku digel hetera qîza wî hewl dide bi tena serê xwe bijî tê kirin.
- "Labîrenta Bi Ber Mirinê Va: Lîga Şampiyonan"
Logan Miller, Taylor Russell, Isabelle Fuhrman, Indya Moore û Holland Roden di fîlma "Labîrenta Bi Ber Mirinê Va: Lîga Şampiyonan" da dileyîzin û fîlm dixwaze bala hezkirên rageşiyê bikişîne ser xwe.
Derhêneriya fîlmê ji alî Adam Robitel va hatiye kirin û şeş kesên di labîrentekê da hatine girtin ji bo li heyatê bimînin hewl didin û têdikoşin.
- "Pitika Patron 2: Şirketa Malbatî"
Fîlma anîmasyonê ya ji alî Tom McGrath va hat kişandin û Jeff Goldblum, James Marsden, Alec Baldwin û Ariana Greenblatt jî dengdayîna wê kirin û fîlm bi serpêhatiyeke nû derdikeve pêş temaşevanan.
- "Qereqola Bibela"
Joe Carnahan derhêneriya fîlmê kir û wek lîstikvan jî Gerard Butler, Frank Grillo, Toby Huss û Alexis Louder dileyîzin û fîlm bi sehneyên xwe yên aksiyonê va balê dikşîne.
Senaryo ji alî Kurt McLeod û Joe Carnahan va hatiye nivîsandin û tê da qala bûyerên di navbera polêsek, durûyek û kujerek da li qereqolê derbas dibe, tê kirin.
- "Qîrîna di Tariyê da"
Di fîlma Lucas Sarquiz, Jimena Frontera, Chucho Fernandez û Clara Kovacic rola sereke da dileyîzin da û Diego Savignano jî derhêneriya wê kiriye da qala Youtuberekî dikeve "Dark Web"ê û paşê hinek tişt tên serî dike.
- "Konsera Orkestraya Kimetsuyê"
Fîlma anîmasyonê ya Orkestraya Fîlarmonîk a Tokyoyê ku Hirofumi Kurita şefîtî kir û Nami Nakagawa û Maiko Katagirl jî vokalîstî kirin wê di salonên sînemayê da bê weşandin.
- "Sêvan"
Di fîlma "Sêvan" da ku Aris Servetalis, Sofifa Georgovassili, Anna_Kalaitzidou û Argyris Bakirtzis leyîstin û ji alî Christos Nikou va hat kişandin da li gelek mihrîcanên fîlman xelat hilda û ji alî Yewnanistanê va jî bo Oscarê wek namzed hat pêşkeşkirin.
- "Koma Bêarmanc"
Di fîlma pêkenokê ya xwemalî ku derhêneriya wê Alî Tanriverdî kir da wek lîstikvan Sarp Bozkurt, Ali Barkin, Naz Çagla Irmak û Gamze Karaduman dileyîzin.
- "Azubel"
Fîlma tirsê ya ku Fatih Gulaydin derhênerî kiriye da qala du ciwanên di maleke bûyerên paranormal lê diqewimin da dîl mane û hewl didin xilas bibin, tê kirin.