Aişe Hümeyra Akgün
24 Sibat 2025•Rojanekirin: 25 Sibat 2025
Xetat Hasan Çelebî yê ku wek "Reîsê Xetatan" tê hesibandin û li gelek mizgeftên dinyayê hunera wî heye, di 88 saliya xwe da li Stenbolê wefat kir.
Çelebî ji ber nexweşiya xwe ev demeke li Nexweşxaneya Medîpolê ya Koşuyoluyê ya Stenbolê tedawî dibû.
Çelebî herî dawî xetên Mizgefta Çamlicaya Mezin û Mizgefta Srî Sendayanê ya li Malezyayê xêz kiribû.
Wezîrê Tenduristiyê yê berê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wefata Çelebî ragihand.
Koca di peyama xwe da anî ziman ku hosteyê xetê Hasan Çelebî koça dawî kir ku her yek berhemên wî diyariyeke nû ya şaristaniya welêt e û got rehma Xwedê li wî be.
Wezareta Çand û Turîzmê jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ji ber wefata Çelebî xemginiya xwe anî ziman, behsa xebatên wî kir û sersaxî da malbat û hezkiriyên wî.
Hasan Çelebî di sala 1937an da li gundê Încîyê ya li ser Oltuya navçeya Erziromê ji dayik bû, di 24 saliya xwe da dest bi hunera xetê kir û ji hosteyên herî navdar ên wê serdemê ders girt.
Çelebî ji Xetat Hamîd Aytaç dersa "sûlûs-nesîhê" û ji Kemal Batanay jî dersa "Ta'lîk-rîk'a"yê girt û îcazeta xwe hilda.
Hostatiya Çelebî bi nivîsên mizgeftan, koleksiyonên xetê yên taybet û pêşangehan va gihîşt dervayî sînorên welêt.
Li deverên cuda yên dinyayê qasî 100 xwendekarên wî yên ku ji wî îcazet hildane hene. Piştî Hamîd Aytaç ew wek hostayê xetê yê ku herî zêde xwendekar perwerde kiriye tê qebûlkirin.