Elif Orhan
09 Tebax 2019•Rojanekirin: 11 Tebax 2019
Li Gazîentaba ku bi mitbaxa xwe di warê gastronomiyê da UNESCOyê ew li ser "Tora Bajarên Dahêner" zêde kir wekî her eydê beriya Eyda Qurbanê jî dest bi çêkirina kutilk û lorikê kirin.
Li Gazîentaba ku bi xwarinên xwe di nav "Tora Bajarên Dahêner" a ku tê da mitbaxên bijare yên dinyayê hene di xwarinên herêmî da êdî heyama pêşkêşiyê dest pê kir.
Cuma Kaplanê Alîkarê Şefê Mitbaxan ê Navenda Hunerên Mitbaxê ya Gazîentabê (MSM) wekî hemû tahmên herêmî ji bo kutilk û lorikê jî dest bi amadekirina pêşkêşiyên li gor eslê wan kir. Kaplan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku xwarinên bajêr rastiyê da bêyî ku zêde bên xemilandin tên pêşkêşkirin.
Kaplan got "Li Dinyayê pêşkêşiyên xwarinan li pêş in. Em vê bêyî ku eslê xwarinên Gazîentabê xira bikin, taybetmendiyan wan xira bikin bi dekorên Gazîentabê dikin. Xemilandineke zêde tune lê em hewl didin ku di tebaxên xwe da pêşkêşiyên xwe da vê derxînin pêş."

- Xwarinên eydê
Cuma Kaplan got ku li Gazîentabê di xwarinên eydê da wek edet lorik û kutilk tên çêkirin.
Kaplan diyar kir ku goşt dixin nav hevir û hundirê kutilkan û got ku "Ji ber vê di eyda Qurbanê da raxbetê nîşanê kutilkan didin. Me jî wek Navenda Hunerên Mitbaxê ji bo mêvanên xwe yên ku dê eydê da bên lorik û kutilk çêkirin."
Kaplan da zanîn arvanê birincê û goştê ecînê bi hev ra distrên û hevirê lorikê jî çêdikin û wiha axivî:"Kaplan qise kir ku pîvaz, goştê berxan ê bi zirxê hatiye hûrkirin, bayîf, fistiq, gûz û baharat dikevin nava kutilkan û got ku "Wek baharat xwê, filfil (qerebîber) û pul bîber (îsot) heye. Ji bo ku tama van giran nebe û lezetê bidê êmîş tên bikaranîn. Ev xwarina me kevnar e. Tê kelandin jî."
Kaplan destnîşan kir ku lorik jî xwarina sereke ya mitbaxa Gazîentabê ye û wiha axivî: "Lorik xwarineke me ya taybet e ku rojên eydê sibehan tê xwarin. Ji ber ku xwarineke taybet e rojên taybet da tê çêkirin. Lorik bi mast tê çêkirin ji ber ku mîdeyê aciz nake û xwarineke sivik e sibehên eydan da tê xwarin."
Kaplan got ku li MSMyê xwarinên herêmî yên demsala wan da tên çêkirin pêşkêş dikin û dê hefteya eydê da digel gelek cureyên xwarin û kebaban dê lorik û kutilkan jî çêkin.