Önder Beyter
24 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2019
Lijneya Rêveberiya Washington Postê got, "Erebistana Siûdî di cinayeta Rojnameger Cemal Kaşikçi da biryarek sitand ku bêyî şerm henekê xwe bi edaletê dike."
Lijneya rêveberiya rojnameya Washington Posta ku Kaşikçi jî nivîskarê wê bû, der heqê biryara daraza Erebistana Siûdî ya di doza Kaşikçi da bi sernavê "Biryara Erebistana Siûdî ya der heqê Kaşikçi da bi edaletê ra henekkirin e" meqaleyek belav kir.
Di meqaleya ku tê da, "Erebistana Siûdî di cinayeta Rojnameger Cemal Kaşikçi da biryarek sitand ku bêyî şerm henekê xwe bi edaletê dike" hat gotin da, hat destnîşankirin ku di doza Kaşikçi da ji bo 5 kesên navnediyarkirî cezayê idamê, ji bo 3 kesan jî cezayê hebsê hat dayîn, lêbelê peywirdarê berê yê îstixbaratê Ehmed el-Asîrî ku nêzîkî Prensê Welîehd Mihemed bin Selman e û herwiha Saud el-Kahtanî "jê hatin şûştin". Di daxuyaniyê da herwisa ji bo "jêşûştina" Asîrî û Kahtanî bertek hat nîşandan.
- "Encama dadgehê ji bo malbata Kaşikçi, şerm û eybek e"
Di meqaleyê da herwisa îfadeya "Encama dadgehê, malbata Kaşikçi û piraniya herdu partiyên di Kongreya Amerîkayê da jî tevda, ji bo hemû kesên ku di vê dozê da li pey hesabpirsîneke rasteqîn in, şerm û eybek e" jî hat emilandin.
Herwiha di meqaleyê da hat balkişandin ku ji aliyê civaka navneteweyî va pejirandina biryara navborî, bi qasî ku dûrî exlaqê ye, ewqasî jî xeternak e û wiha hat gotin, "Ev yek dê wê peyamê jî ji rêveberê Siûdî ê bêxem (Mihemed bin Selman) ra bişîne ku maceraperestiya wî ya cinayetê xweş hatiye dîtin."
Di meqaleyê da herwiha bang li Kongreya Amerîkayê jî hat kirin ku ji dîrektora CIAyê demildest li ser cinayeta Kaşikçi raporeke bihûrgilî bixwaze.