Elif Orhan
19 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2018
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump der barê Cemal Kaşikçiyê rojnamevanê Siûdî miriye yan na daxuyaniya Ji min re teqez wisa tê. Ev gelekî xemgîniyê dide." da. Trump got heke derkeve holê ku berpirsyarê vê rewşê Erebistana Siûdî ye dê encamên wê giran bin.
Serokê Amerîkayê Trumpê ku li Montanaya eyaleta Amerîkayê xebatên hilbijartinê dikir bersiva pirsa rojnemavanan a der barê bûyera Kaşikçi de da.
Trump li ser pirseke wekî "Bi ya we Kaşikçi mir yan na?" got ku "Ji min re teqez wisa tê. Ev gelekî xemgîniyê dide."
Trump got heke derkeve holê ku berpirsyarê windabûn û mirina Kaşiçki birêvebiriya Riyadê ye "Dê encamên wê giran bin."
Serokê Amerîkayê Trump herwiha got, "Heke mûcîzeyek çênebe, ez mirina wî (Kaşikçî) qebûl dikim. Ev bipê hemî îstixbaratan wiha ye."
- Bûyer
Kaşikçiyê ku piştgiriyê dide rojnameya El Wetena ku ji bo reformxwazên Siûdî platformeke girîng e û herwiha di rojnameya Washington Postê da jî nivîs dinivîsand, di 2yê cotmehê da seba miemeleyên fermî çûbû Konsolosxaneya Erebistana Siûdî ya Stenbolê û winda bûbû.
Çavkaniyên ewlehiyê piştrast kirin ku Kaşikçi piştî çû konsolosxaneyê, careke din jê derneket, di heman saetan da bi 2 balafiran 15 welatiyên Siûdî yên ku hatibûn Stenbolê û ketibûn avahiya konsolosxaneyê û paşê dîsa vegeriyabûn welatê xwe yê ku jê hatibûn.