Haydar Şahin
08 Hezîran 2022•Rojanekirin: 09 Hezîran 2022
Li Îranê trêna rêwiyan a di sefera Meşhed û Yezdê da ji rayê derket û di encamê da 21 kes mirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê, Rêhesinên Îranê ragihand, îro sibehê trêna rêwiyan a Meşhed-Yezdê li nêzîkî rawestgeha Tabasê li ekskavatorê qelibî û ji rayê derket.
Teşkîlata Rewşa Bilez a Yezdê jî diyar kir ku di qezayê da heta niha 21 kes mirin, 47 kesên birîndar jî bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Walîtiya Xoresana Başûr jî ragihand, ji 11 vagonan 8 jê ji rayê derketin, 3 vagon welgeriyan, xebatên xilaskirinê jî bi dawî bûn.
Hat ragihandin, hejmara rêwiyên trênê 348 e.