Önder Beyter
01 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2018
MOSKOVA
Serokê Komîteya Parastin û Ewlekariyê ya Konseya Federasyona Rûsyayê Vîktor Bondarev bi minasebeta sêyemîn salvegera destpêkirina operasyonan Rûsyayê li Sûriyeyê, daxuyanî da çapemeniyê.
Bondarev da bibîrxistin ku di serdema Yekîtiya Sovyetan da li Efxanistanê di hersê salên pêşîn da qedera 4 hezar û 800 esker, 60 tank, 400 zirîpoş, 15 balafir û 97 helîkopter ziyana wan çêbû û wiha dewam kir, "Vêga li Sûriyeyê ji hêzên me yên çekdar 112 eskeran jiyana xwe ji dest dan. Qedera nîvê van eskeran ji ber qezaya balafirê ya An-26 û ji ber ketina balafira Îl-20 ku di encama lêdanê da ket xwarê, mirin. Ji xeynî vê 8 balafir, 7 helîkopter û çend heb jî zirîpoş ziyana me heye."
Bondarev herwiha got ku di operasyonên li Iraqê yên sala 2003-2006an da 2 hezar û 515 esker, qedera 10-20 tank, herî kêm 50 zirîpoş, 15 balafir û qedera 80 jî helîkopter ziyana hevpeymana ku Amerîka serkêş e, çêbû.
Balafira neqliyeyê ya eskerî ya Rûs ku cureya wê An-26 e, îsal di 6ê adarê da li baregeha eskerî Hmeymîmê ji ber sedemên teknîkî ketibû xwarê, 39 eskerên Ûris ên tê da miribûn.
Li Sûriyeyê di 17ê îlonê da balafira Ûris a cure Îl-20 ku 15 esker tê da bûn û firîna keşfê dikir, li ser Deryaya Spî bûbû hedefa pergala fuzeyê ya berevaniya asîmanî ya Sûriyeyê.