Murat Özgür Güvendik
11 Adar 2024•Rojanekirin: 11 Adar 2024
Serokomarê Afrîkaya Başûr Cyril Ramaphposa diyar kir, Îsraîl biryarên Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) cîbicî nake ku di çarçoveya doza jenosîda li Xezeyê da hatibûn dayîn.
Serokomar Ramaphosa di daxuyaniya xwe ya da çapemeniyê da wiha got, "Îsraîlê emrê Dadgehê (ICJ) cîbicî nekir. Lewma me guncav dît ku em ji bo çareseriya pirsgirêkên li herêma Refahê ya zêdeyî 100 kesî lê hatin qetilkirin, bilez serî li dadgehê bidin."
Ramaphosa bal kişand ku ew dixwazin ICJ biryareke din jî bistîne ka dê li ser vê mijarê çawa raweste û dê çawa rê li qewimîna bûyereke din bigire û wiha got, "Xusûseke din a tirsnak jî ew e, wekî ku gelek saziyên din jî hişyariyê didin, li Xezeyê însan êdî ji birçîna dimirin."