İbrahim Atmaca
30 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2019
Îstixbarata Somaliyê daxuyand, êrîşa bibombe ya ku dawiya hefteyê li paytex Mogadîşûyê hat kirin û welatiyên Tirk jî di nav da bi dehan kes tê da hatin kuştin, bi destê welatekî biyanî hat plankirin.
Ajansa Îstixbarat û Ewlehiyê ya Neteweyî ya Somaliyê (NISA) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, der heqê êrîşa ku li paytext Mogadîşûyê hat kirin da rapora pêşîn hat amadekirin û ji hikûmetê ra hat pêşkêşkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku êrîşa bi destê welatekî biyanî hat plankirin û ji bo ronîkirina bûyerê ew ê bi hin servîsên îstixbaratê yên navneteweyî ra bixebitin.
Êrîşa ku 81 kes tê da hatin kuştin, hê kesî hilnedaye ser xwe.
Li paytextê Somaliyê Mogadişuyê roja şemiyê li nêzîkî navenda gumrikê gava otobusa xwendekarên zanîngehê derbas dibû, wesayîta bombebarkirî hatibû teqandin. Balyozê Tirkiyeyê li Mogadişuyê Mehmet Yilmaz eşkere kiribû ku di êrîşê da du welatiyên Tirk jî bûn qurbanî.
Wezareta Tenduristiya Tirkiyeyê jî piştî êrîşê, ji bo ku di tedawîkirin birîndaran da bibin alîkar, ekîbeke 20 kesî ku ji personelên cerahî û yên UMKEyê pêk tê, şandibû Somaliyê.
2 welatiyên Tirkiyeyê yên ku di teqînê da miribûn û 16 welatiyên Somaliyê yên ku birîndar bûbûn, anîbûn Tirkiiyeyê.