Cüneyt Karadağ
04 Adar 2026•Rojanekirin: 05 Adar 2026
Wezîrê Parastinê yê Almanyayê Borîs Pistorîus destnîşan kir ku ewê beşdarî êrîşên eskerî yên ku DYA û Îsraîlê li dijî Îranê dane destpêkirin nebin û anî ziman ku pêdivê çareseriyeke dîplomatîk ji pevçûnê ra bê dîtin.
Wezîr Pistorîus di axaftina xwe ya li Parlamentoyê da derbarê êrîşên dijî Îranê got, "Almanya ne aliyekî vî şerî ye. Hêzên Çekdar ên Almanyayê dê beşdarî vî şerî nebe."
Pistorîus diyar kir ku welatê wî dê her tiştî bike da ku beşdarî kêmkirina rageşiyê li herêmê û pêşîgirtina li belavbûna tundûtûjiyê bibe.