Haydar Şahin
20 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2017
WASHINGTON
Amerîkayê êrîşa bi "fuzeya balîstîk" a ku hûsiyan ji Yêmenê avêtin ser Riyada paytextê Erebistana Siûdî şermezar kir.
Heather Nauerta Berdevka Wezareta Karên Derva der barê mijarê da daxuyanî da û got, "Amerîka êrîşa ku hûsiyan a birin ser Riyadê şermezar dike."
Nauertê got ku ji ber tevgerên agresîf ên hûsiyên ku Îran bi sîlahên giran va piştgiriyê didê acizbûna Amerîkayê dewam dike.
Nauertê diyar kir ku rewşa niha çareserkirina pirsgirêka li Yêmenê û ewlekariya herêmê di tengasiyê da dihêle û wiha axivî: "Amerîka bangî Mihafizên Şoreşa Îranê dike ku bira sîlahan nede hûsiyan."
Fuzeya balîstîk a ku ji Yêmenê avêtin Riyada paytextê Erebistana Siûdî bi destê sîstema parastina hewayê ya li bajêr hatibû berterefkirin.