02 Mijdar 2019•Rojanekirin: 03 Mijdar 2019
Artêşa Amerîkayê ya di dema Herekata Kaniya Aştiyê da ji bakurê Sûriyeyê vekişiya piştî ku li baregeha li Kobaniya li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê bi cî bû vegeriya baregeha li rojavayê bajarê Reqayê.
Artêşa Amerîkayê ya di dema Herekata Kaniya Aştiyê da ji baregehên li bakurê Sûriyeyê vekişiya cardin vedigere baregehên li herêmên di dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da ne.
Amerîkaya li bakurê Sûriyeyê baregeha li rojavayê Reqayê vala kiribû cardin vegeriya û li herêmê baregehê ava dike.
Konvoya artêşa Amerîkayê ya wesaîta bizirx ya personelan, wesaîta paqijkirina mayînan û pîkap tê da bûn ji Hesekeya li rojhilatê bakurê Sûriyeyê derbas bû û gihîşt baregeha Cezreyê ya li rojavayê bajarê Reqayê ye.
Hat dîtin ku di konvoya gihîşt baregeha Cezreyê da 25-30 eskerên Amerîkayê hene.