Mehmet Burak Karacaoğlu,Eşref Musa
20 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2026
Hat ragihandin ku artêşa Sûriyeyê gihîşt Xaçerêya Panoramayê ya li başûrê bajêr ya li taxên derûdora navenda bajarê Hesekeyê.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî wergirt, hêzên artêşa Sûriyeyê û hêzên eşîrên Ereb ber bi Xaçerêya Panoramayê ya li ser rêya hawirdor a başûrê Hesekeya ku di bin dagirkeriya YPG/HSDya rêxistina terorê da ye çûn.
Cihê ku behsa wê tê kirin bi qasî 2,2 kîlomêtro dûrî rêya hawirdor a başûr e.
Hat ragihandin ku hêzên artêşê û hêzên eşîran ji aliyên Reqa û Dêra Zorê derbas bûn û gihîştin herêmê.