Eşref Musa,Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
06 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2023
Di encama topbarana artêşa Sûriyeyê ya li çolwarê Îdlibê da 5 kes hatin kuştin û 38 kes jî birîndar bûn.
Yekîneyên topavêj ên artêşa Sûriyeyê bajarê îdlibê, navçeyên Cîsr eş-Şuxur û Erîhayê, gundên Mozara, Seremîn, Xanbuşiye, Mahmbel, Bara, Mecdelya û Deîr Sînbelê hedef girt.
Li gor agahiyên ji Parastina Sivîlan (Baretspî) hatin hildan di êrîşan da yek jê zarok yek jê jin bi tevahîi 5 kes mirin, 8 jê zarok, 8 jê jin bi tevahî 38 kes birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyên li hawirdor.
- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di civîna Astanayê ya sala 2017an biryar dan ku li ciyên ku ne di kontrola rejima Esed da 4 "herêmên kêmkirina rageşiyê" ava bikin.
Rêvebiriya Şamê, terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan û Rûsyayê êrîşên xwe domandin û ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistin û berê xwe dan Îdlibê.
Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir. Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin. Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskowê mitebeqateke teze çêkirin.
Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kirin.