Abdel Ra'ouf D. A. R. Arnaout,Mehmet Nuri Uçar
14 Nîsan 2024•Rojanekirin: 14 Nîsan 2024
Artêşa Îsraîlê ragihand ku Îranê bi qasî 290 moşekan û wesayitên bêmirov ên kamikaze va êrîşî Îsraîlê kir.
Li gor agahiya saziya weşana giştî ya Îsraîlê KANê, artêşê daxuyand ku duh şev Îranê bi qasî 100 moşekên balîstîk, 30 moşekên temaşeyê û 160 wesayitên bêmirov ên kamikaze va êrîşî Îsraîlê kir.
Hat diyarkirin ku di heman demê da ji Lubnanê 40 û ji Yemen û Iraqê jî çend moşekên ferdî û ÎHAyan dijî Îsraîlê êrîş hat kirin.
Artêşa Îsraîlê îdia kir ku balafirên wan ên şer, ligel welatên din ên ku serkêşiya wan Amerîka dike li derveyî axa Îsraîlê ji 20î zêdetir moşekên balîstik îmha kir.
Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku di êrîşan da xisareke biçûk gihîştiye binesaziyê.
- Rageşiya di navbera Îran û Îsraîlê da
Îsraîlê di 1ê Nîsanê da êrîşî avahiya Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê kiribû. Di êrîşê da ji Artêşa Parêzvanên Şoreşa Îranê 2 jê general, bi giştî 7 kes hatibûn kuştin.
Îranê ragihandibû ku êrîşa Îsraîlê ya dijî konsolxaneyê tê wateya êrîşa ser axa Îranê û ew ê bersiva Îsraîlê bidin. Îsraîlê jî diyar kiribû ku ew ê jî bersiva êrîşa Îranê bidin.
Duh Îranê bi sedan wesayîtên bêmirov ên kamikaze û moşekên balîstîk va êrîşî Îsraîlê kiribû.
Îranê ragihandibû ku wan êrîşî hin hedefên eskerî kiriye. Îsraîlê jî ragihandibû ku bi saya pergala parastinê rê li ber gelek êrîşên Îranê hatiye girtin, lê moşekek li baregeheke eskerî ya li başûr ketiye.