Ekrem Biçeroğlu
01 Tebax 2025•Rojanekirin: 05 Tebax 2025
Balafirên şer ên Îsraîlê herêmên cuda yên li rojhilat û başûrê Libnanê gelekî bombebaran kir.
Li gor nûçeya di NNAya ajansa fermî ya Libnanê artêşa Îsraîlê bi êrîşên asîmanî herêmên cihê yên Libnanê hedef girt.
Artêşa Îsraîlê li gelek herêmên bajarê Baalbeka li Beqaaya li rojhilatê Libnanê cî digire 7 êrîşên asîmanî kir.
Balafirên şer ên Îsraîlê girên li bajaroka Birîtalê, bajarokên Ayşiyye, Nasriyye, El-hureybe, Zahleyê li Beqaayê û dora bajaroka El-Cermakê û herêmên El-Mehmûdiye û El- Hardeliyê bombebaran kir.
Hê tu daxuyanî nehat dayîn ka di encama êrîşan da tiştek bi kesî hat yan xisar çêbûye yan na.