Ömer Koparan
11 Adar 2025•Rojanekirin: 11 Adar 2025
Balafirên şer ên Îsraîlê, li parêzgeha Derayê ya li başûrê Sûriyeyê li dijî gelek cihên eskerî êrîşên asîmanî pêk anîn.
Li gorî avahiya ji çavkaniyên xwecihî hat wergirtin, balafirên şer li çoltera Derayê êrîş birin ser Tûxaya 12em û Alaya 89em ên li Cebeb û Îzrayê.
Li gorî agahiyê, balafirên şer ên Îsraîlê 17 êrîşên asîmanî pêk anîn û techizatên eskerî kirin armanc.
- Êrîş û dagiriya Îsraîlê li dijî Sûriyeyê
Li Sûriyeyê di 8ê Berfanbara 2024an da bi bidawîbûna rejima Beas a 61 salî ra êrîşên Îsraîlê yên dijî welêt zêde bûn.
Artêşa Îsraîlê bi êrîşên asîmanî va binesazî û derfetên eskerî yên ji artêşa Sûriyeyê mayî îmhe kirin û dagiriya xwe ya li Girên Golanê ya li ser xaka Sûriyeyê berfirehtir kir.
Artêşa Îsraîlê ket herêma tampon a li derdora Girên Golanê û her wiha dagiriya xwe berfirehtir kir û çû heta 25 kîlometreyî nêzîkî paytext Şamê bû.
Îsraîlê ji 1974an û vir va Girên Golanê dagir kiriye. Bi Peymana Vekişîna Hêzan va ya di 1974an da di navbera Îsraîl û Sûriyeyê da hat îmzekirin, sînorên herêma tampon û bêçek hatibûn kifşkirin.