Haydar Şahin
20 Adar 2019•Rojanekirin: 21 Adar 2019
Xalid Mistefayê welatiyê Sûriyeyê û Hemze Mistefayê kurê wî yên ku di êrîşa terorê ya li Christchurcha bajarê Zelandaya Nû biribûn ser du mizgeftan da şehîd ketibûn, hatin oxirkirin.
Ji bo Xalid Mistefayê 45 salî yê welatiyê Sûriyeyê û Hemze Mistefayê 15 salî kurê wî li Goristana Park Memorîal a Christchurchê mersima cinaze hat lidarxistin.
Bav û kurê şehîd bi eskorta polêsan anîn goristanê, Mislimanên ji Zelandaya Nû gelek welatên din beşdarî merismê bûn.
Piştî nimêja cinaze herdu şehîd xistin merzel û ji bo wan dia kirin.
Mihemed Algîbaliyê Melayê Navenda Îslamê ya Awistralyayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ji ber 2 şehîdên di êrîşa terorê da hatin kuştin binax kirin elekî li ber xwe ketin.
Algîbalî bi bîr xist ku bav û kurê wî welatiyên Sûriyeyê bûn û wiha axivî: "Dibe ku ji qelîama her roj li Sûriyeyê tê kirin revîbûn. Li vê derê li Zelandaya Nû di qetlîamê da hatin kuştin."
Li bendê ne ku di nav çend rojan da kesên ku di êrîşa terorê ya li ser mizgeftên El Nur û Lînwoodê da hatibûn şehîdkirin jî li heman goristanê werin definkirin.
Li Christchurcha bajarê Zelandaya Nû di 15ê adarê dema nimêja înê da êrîşî du mizgeftan kiribûn û di 50 kes hatibûn kuştin.