Önder Beyter
08 Hezîran 2020•Rojanekirin: 09 Hezîran 2020
Berdevkê Xelîfe Hefterê serokê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê Ehmed el-Mîsmarî îdia kir ku artêşa Lîbyayê bajarê Terhûneyê ne bi serdestiya hêza çek û eskerî va wergirt û herwiha diyar kir ku hin welatan ew xeyalşikestî kirin.
Mîsmarî ji televîzyona Erebistana Siûdî Hadesê ra axivî û wiha got, "Artêşa Lîbyayê bajarê Terhûneyê ne bi serdestiya hêza çek û eskerî va wergirt. Hin welatan em xeyalşikestî kirin."
Mîsmarî got, "Van welatan xwe wekî garantor didît ku pêşrevî dê di kîlomêtroya 60emîn da were sekinandin." Mîsmarî herwiha diyar kir ku hesabê wê yekê tê kirin ku ji niha şûnda mizakere bi formata 5+5 dest pê bikin.
Mîsmarî bal kişand ku piştî midaxeleya Tirkiyeyê li Lîbyayê û emilandina çekên cuda, hêzên Hefter stratejiya xwe guherand.
- Çi bûbû?
Artêşa Lîbyayê ku 25ê adarê operasyona "Bahoza Aştiyê" dabû destpêkirin, piştî Baregeha Asîmanî ya Eskerî Vatiyeyê, çarşema çûyî jî hemû sînorên îdarî yên Trablusê kiribû kontrola xwe.
Artêşa Lîbyayê ku roja înê bajarê Terhuneyê bi dest xist, roja şemiyê jî ragihandibû ku wan hereketeke nû ya bi navê "Rêyên Serfiraziyê" da destpêkirin da ku Sîrte, Baregeha Asîmanî ya Eskerî Cûfrayê û dewrûbera wê ji destê Hefter derxin.