Bekir Aydoğan,Hawkar Yaseen M Amin Mohammed Amin
01 Nîsan 2022•Rojanekirin: 02 Nîsan 2022
Li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) şêniyên bajêr ku amadehiya meha Remezanê dikin xêr û bêra mehê jî nîşan didin. Lewra welatî ji bo di fitar û paşîvê da bixwin xwarin, xurek, goşt û çerez dikirin û bazar geş dibe.
Bi hatina meha Remezanê zêdebûna qelebalixiya li sûkên Hewlêrê eşkere tê dîtin.
Li ser sifreyên fitarê xurme divê teqez hebe û welatî piştî fitarê jî li ber çayê bi piranî çerez û êmişan dixwin û ev jî herî zêde di meha Remezanê da tên kirîn.

- Xurme him ji bo fitarvekirinê û him jî ji bo xêrê tê kirîn
Ji esnafên Sûka Şêxellahê Hawre Evdila daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku berî remezanê wan xwarin û xurekên li dikanê zêde kirin, lewra di remezanê da zêdetir tên firotin.
Evdila destnîşa kir ku li bajêr xurmeyan him ji bo fitarvekirinê û him jî ji bo xêrê dikirin û dibin li ber derê mizgeftan li welatiyan tên belavkirin û li gorî mehên din xurme herî zêde di meha Remezanê da tê firotin.
- Li sûkê 15 cûre xurme heye
Evdila destnîşan kir ku li sûkê xurmeyên ji Erebistana Siûdî, Îran, Filistîn û Iraqê tên jî tev nêzî 10-15 cure xurme hene û yên bihayên wan erzan in zûtir tên firotin.
- Di meha Remezanê da çerez jî zêde tê firotin
Ji çerezfiroşan Erkan Elî jî got ku çerez di meha Remezanê da gelek tên firotin û ragihand ku piştî 15ê Remezanê bi nêzbûna eydê va kar û barê wan zêdetir dibe.
Elî got ku ji hêla aboriyê va rewşa gel li gor salên berê baştir nîne lê firotina çerezan gorî rojên berê ji ber vê meha bi xêr û bêr zêdetir e.
Şêniyên li herêmê ji goşt jî gelek hez dikin û xwarinên bêgoşt li ser sifreyan kêm in, lewra di vê mehê da goşt jî zêde tê kirîn.
Serhang Gafurê li sûkê goşt difiroşe jî diyar kir ku dema pereyê welatiyan hebe bazar jî geş e.