29 Mijdar 2018•Rojanekirin: 29 Mijdar 2018
EZAZ
Yekîneyên Artêşa Azad a Sûriyeyê (AAS) li Ezaz û Mareya navçeyên Sûriyeyê bi YPG/PKKya rêxistina teorê ya dixwest dizîka têkeve herêmê ra ketin pevçûnê.
Endamên YPG/PKKya rêxistian terorê bi şev hewl dan ku ji malikiyeya li rojavayê Balafirgeha Minîxê ya ku dagir kiriye ra dizîka têkevin Ezazê.
Pêşî li hewlê hat birîn û di navbera AASê û rêxistinên terorê da pevçûn derket.
Wekî mayîn duh bi şev terorîstên YPG/PKKyî ji Şêx Îsa û Harbîla dagir kirine ra êrîşî Mareyê kirin.
Yekîneyên AASê bi sîlahên giran bersiv dan terorîstan. Di pevçûnê da tiştek bi tu kesî nehat.
YPG/PKK gelek caran li bakurê Sûriyeyê hewl dide ku têkeve herêmên di kontrola mixalifan da ne.