Zeynep Rakipoğlu,İrem Demir
13 Sibat 2025•Rojanekirin: 13 Sibat 2025
Dema Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf danezana "Kûrkirin, Pirrengîkirin û Sazûmankirina Hevkariya Stratejîk" îmze kirin, di navbera her du welatan da 24 peymanên hevkariyê yên di warên cuda da jî hatin îmzekirin.
Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şerîf piştî hevdîtina rûbirû ya li avahiyê Serokwezîrtiyê, serokatiya 7emîn Civîna Lijneya Hevkariya Stratejîk ya Astbilind kirin.
Piştî civînê Erdogan û Şerîf danezana hevpar a bi sernavê "Kûrkirin, Pirrengîkirin û Sazûmankirina Hevkariya Stratejîk" ya di navbera her du welatan da hat qebûlkirin, îmze kirin.
Piştî îmzekirina danezanê li pêş Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Pakistanê Şerîf di navbera her du welatan da 24 peymanên hevkariyê yên di warên cuda da hatin îmzekirin.
Di merasima îmzekirinê da du peymanên lihevkirinê yên der barê Foruma Kar a Tirkiye-Pakistanê da jî hat îmzekirin.