Türkan Tosun
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 11 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu piştî ku pîştgirî dan çalakiyên li Îranê, di raya giştî de ev bûn sedema bertekan û xwepêşandan rawestiyan.
Li Meşheda bajarê Îranê di 28ê çileya pêşîn a 2017an de hin welatiyan bêkarî, bêrêtî, aboriya nebaş û bûyerên bi vî rengî hincet nîşan dan û dest bi xwepêşandanan kirin. Di demeke kin de ev bûyer li bajarên wek Tehran, Kirmanşah, Senendeç, Zencan, Şîraz, Qum, Ehwaz, Zahidan, Erak, Hurrem Abad û nêzîkî 100 cihên din de jî belav bûn.
Bi hezaran xwepêşander hatin binçavkirin û ji 20î zêdetir kes jî mirin. Amerîka û Îsraîlê piştgirî dan van çalakiyan û ev piştgiriya wan ji hêla îraniyan ve nebaş hat şîrovekirin û bertek hatin nîşandan.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser Twîtterê wiha nivîsand: "Gelê Îranê di dawiya dawîn serî li ber rejima zalim rakir. Di heyama Obama de pereyên gihîştin Îranê xistin bêrîka xwe û ji bo terorîzmê xerc kirin. Nanê gel tune ku ew bixwin. Li Îranê enflasyon zêde ye. Mafên mirovan tune. Amerîka we dişopîne. Îran li hember peymana hikûmeta Obama ji her aliyê va îflas dike. Gelê Îranê yê mezin ji her aliyê va di bin tundiyê de ye. Dem dema guherînê ye. Gel birçiyê azadiyê ye. Hemû dinya dizane ku gelê Îranê azadiyê dixwaze. Ya ku rêveberiya Îranê ditîrsîne gelê Îranê û artêşa bihêz a Amerîkayê ye."
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî li ser Twîtterê wiha got: "Rejima Îranê dixwaze di navbera îranî û îsraîliyan de nefret çêbibe. Wê bi ser nekevin. Dema ku ev rejim têk çû îranî û îsraîlî wê car din bibin hevalên baş. Ez ji gelê Îranê yên ku ji bo azadiyê serî rakirine re serkeftinê dixwazim."
Hin aktîvîstan gotin ku ev daxuyanî bûn sedema rawestandina çalakiyan.
Tê gotin ev daxuyanî bûn sedema fikarê ku daxwaza gel a abaorî û siyasî bê jibîrkirin û ji ber vê çalakî têk çûn û rawestiyan.