Haydar Şahin
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
ANKARA
Hejmara kesên di şewata daristana li Calîfornîaya eyaleta Amerîkayê da mirin gihîşte 83yan.
Kory Honeayê Şerîfê Herêma Butteyê diyar kir ku cesedê 2 kesên din jî dîtin li ser vê hejmara miriyan derkete 83yan.
Honea destnîşan kir ku ji ber baranê di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da tengasî derdikevin.
Hat ragihandin ku hingî şewat deretiye ji 600 kesî tu xeberek nayê hildan, herî kêm 13 hezar û 500 xanî bûn xirabe.
Şewata di 8ê mijdarê da li bakurê Calîfornîayê derket wekî şewata herî mezin a eyaletê tê zanîn.