Ahmet Aydın
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 12 Hezîran 2018
WASHINGTON
Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Jim Mattis ragihand ku ji bo tetbîqkirina nexşerêya Minbicê ya ku Tirkiye û Amerîka li serê gihiştine mitabeqetê, amade ne û heyetên Tirk-Amerîkan dê vê hefteyê li Almanyayê plana îcraya wê gotûbêj bikin.
Mattis li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) digel endamên çapemeniyê civiya.
Di bersiva pirsa nûçegihanê AAyê ya "Gelo dê kengî nexşerêya Minbicê bê tetbîqkirin?" Mattis got, "Amerîka li Minbicê ji bo hevkariya leşkerî ya Tirk-Amerîkan amade ye."
Mattis anî ziman ku hefteya raborî wezîrê karê derve yê herdu welatan mijara hevkariyê li Minbicê gotûbêj kirine û got, "Di cebheya pêş de em jo bo hevkariyê amade ne. Ev jî ji zanîna wê yekê destpê dike ku ka em bi hevdu re li kuderê ne."
Mattis wiha pê de çû: "Di vê mijarê de, ez nizanim kîjan roje lê emê vê hefteyê bicivin. Artêşa Tirkiyeyê dê vê hevdîtinê li Fermandariya Ewropayê ya li Sttutgartê (EUCOM) bike. Hûrgiliyên nexşerêyê tên nirxandin."