Muhammet Kurşun
09 Sibat 2017•Rojanekirin: 10 Sibat 2017
DIHOK - MUHAMMET KURŞUN
Endamê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Kawa Ezîzî, ragihand ku ew ji bo Cenevre-3 amadehiyê dikin û di çarçoveya muxalefeta Sûriyê de hewl didin probleman çareser bikin û wiha got: "Parçebûn an yekparçeyiya Sûriyê di destê zilhêzên wek Emrîka û Rûsyayê de ye. Rûsyayê hespê xwe di nav meydana siyasî û eskerî ya Sûriyê de çargavî rakiriye, Emrîka jî wek şêrekî razayî li rewşê dinêre."
Ezîzî, der barê amadehiyên civîna Cenevreyê, têkiliyên bi rejimê re, çûna Leşkerê Roj û zextên PYDê de ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê axivî.
- "Tirkiye ne li dij e ku em beşdarî Cenevre-3 bibin"
Ezîzî behsa civîna li Enqereyê jî kir û wiha agahî dan: "Me li Enqereyê bi berpirsên bilind ên muxalefetê û Tirkiyê re civîn çêkir. Tirkiye ne li dij e ku em beşdarî Cenevre-3 bibin. Projeya me ji bo pêkanîna edaleta civakî û çareseriya probleman e. Lewra ENKS di çarçoveya muxalefeta Sûriyê de hewla çareseriya kêşeyan dide. Me beşdariya civîna Astanayê jî kir û me xwest agirbes li seranserê Sûriyê were ragihandin, jiyan asayî bibe, navçeyên wêran bêne avakirin û penaber vegerin malên xwe. Li Cenevre-3 jî ENKS heman daxwaza xwe dubare dike û ji bo xêra Kurdan û hemû xelkên Sûriyê agirbes neyê binpêkirin."
Der barê parçebûna yan jî yekmayîna Sûriyê de jî Ezîzî wiha nirxandin kir:
"Parçebûn an yekparçeyiya Sûriyê di destê zilhêzên wek Emrîka û Rûsyayê de ye. Rûsyayê hespê xwe di nav meydana siyasî û eskerî ya Sûriyê de çargavî rakiriye, Emrîka jî wek şêrekî razayî li rewşê dinêre. Ev herdu welatên zilhêz dikarin nexşeya siyasî û cografî ya Sûriyê dabirêjin."
- "Koalîsyon dê çavdêriya Leşkerê Roj bike"
Li ser meseleya vegera Leşkerê Roj jî Ezîzî ev zanyarî parve kirin: "Heta biryara Cenevre-3 dernekeve em nikarin der barê vegera Leşkerê Roj de tarîxekê diyar bikin. Lewra hewceyiya me bi xerentiyê heye. Dema ku Leşkerê Roj ber bi Sûriyê ve kete rê divê rastî astengiyan neyê. Metirsiya şerekî di navbera wan û PKK/PYDê de divê li holê nemîne. Koalîsyon jî ji bo vê di dewrê de ye. Em dizanin ku problem di navbera Leşkerê Roj û PKKê de heye, herwiha di navbera hemû hêzên Sûriyê de heye."
Endamê ENKSê ragihand ku Koalîsyonê ji wan xwestiye Leşkerê Roj xwe amade bike û çavdêriya wan li ser wê be: "Koalîsyonê ji me re ragihandiye ku Leşkerê Roj ji bo vegerê amadehiyê bike, dema vegerin jî ew dê çavdêrî û pêşengiyê bikin."
"PYD li Rojavayê direvîne, zîndanî dike, birîndar dike û dikuje. Lê di roja îro de bêpiştgirî maye. Tenê rejima Esed ji bo berjewendiya xwe PYDê bikar tîne. Lê Koalîsyon dixwaze Leşkerê Roj vegere Sûriyê da ku bibe beşek ji hêza navneteweyî."
- "Esed DEAŞ ava kiriye û navçeyên Kurdî spartine PYDê"
Ezîzî herwiha di meseleya avakirina DEAŞê de jî îddia kir ku Esed ew damezrandiye: "Li Sûriyê 6 sal in şer di navbera hêzên cuda yên Sûriyê de geş bûye. Bi belge dibêjim, rejima Esed heta niha yek gulle jî bernedaye terorîstên DEAŞê. Bi xeletî jî çênebûye ku Esed an DEAŞê hev bomberdûman kiribin."
Ezîzî wiha pê de çû: "Ev yek eşkere dike ku rejima Esed li deverên wek Dîmeşq, Heleb, Hema, Laziqiye, Tertûs û çend cihên din ên ji DEAŞê hatine girtin li Sûriyê di serkeftinê de ye."
Der barê herêmên Kurdî de jî Ezîzî got: "Esed hemû navçeyên Kurdî bi wekalet spartine PYDê, yên din jî teslîmî DEAŞê kirine, tenê Îdlib di destê muxalefan de maye."