Elif Orhan
14 Gulan 2018•Rojanekirin: 15 Gulan 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Nûnerê Daimî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Filistînê Riyad Mansûr piştî "êrîşên hêwilnak" ên Îsraîlê yên ser Filîstîniyan bangî Konseya Ewlehiyê ya NYyê (KENY) kir ku acîl bicive.
Mansûr li Navenda Giştî ya NYyê daxuyanî da rojnamevanan û got ku di êrîşên hêzên Îsraîlê yên ji 30yê adarê vir ve nêzî 100î Filîstînî mirin, ji 11 hezarî zêdetir mirov jî birîndar bûn.
Mansûr êrîşa Îsraîlê ya li ser gelê Filîstînê ya ku li Xezeyê xwepêşandanên aştiyane birêve dibin "bi tundî şermezar" kir û bangî Îsraîlê kir ku demildest dawî li van êrîşan bîne.
Mansûr ji bo gelê Filîstînê daxwaza parastina navneteweyî kir û ji bo ku balê bikşîne li ser "qetlîama hêwilnak" a li Xezeyê ji KENYê re name şandinû got ku dê bi Serokê KENYê re jî hevdîtinê bikin.
Mansûr da zanîn dema ku li Xezeyê qetlîam diqewime Amerîkayê bi yekalî û bi awayekî ku hiqûqa navneteweyî binpê bike li Qudsê balyozxane vekir û ev yek jî "atmosfera nefretê" ya di navbera her du gelan de dê kûr bike.
Mansûr bi bîr xist tiştên ku li Xezeyê diqewimin aştî û ewlehiya navneteweyî tehdît dike û peywira KENYê pêkanîna aştî û ewlehiyê ye û ji bo ku dawî li "qetlîama Îsraîlê ya li Xezeyê" bîne bangî KENYê kir ku acîl bicive.
Filistîniyên ku li ser sînorê Xezeyê yê li aliyê Îsraîlê kon vegirtine, ji bo protestokirina biryara Amerîkayê ku balyozxaneya xwe ji Tel Avîvê bar kir bir Qudsê û salvegera 70emîn a damezirandina Îsraîlê ku wekî Neqbe (Bobelata Mezin) tê binavkirin, xwepêşandanên berfireh ku wekî "meşa milyonan" bi nav dikin, li dar dixin.
Eskerên Îsraîlê di xwepêşandanên ku îro li ser sînorê Xezeyê hatin lidarxistin de heta niha 52 Filîstînî şehîd kirin û bi sedan bi guleyên rasteqînî 2 hezar û 410 Filîstînî jî birîndar kirin.