Esra Taşkın
30 Tebax 2023•Rojanekirin: 31 Tebax 2023
Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borneê diyar kir, ew rewşa der heqê derbeya li Gabonê da ji nêz va dişopînin.
Borneê di axaftina xwe ya li Konferansa Balyozan a 29emîn a li Parîsê da qala geşedanên dawîn ên li Gabonê kir.
Borneê diyar kir, Fransa rewşa der heqê derbeya li Gabonê da ji nêz va dişopîne û wiha got, "Balyozên Fransayê nexasim di krîzên li dervayî welêt da divê piştgiriyên xwe yên ji bo welatiyên Fransayê bi awayekî hesastir bimeşînin."