Türkan Tosun
11 Sibat 2018•Rojanekirin: 11 Sibat 2018
ÎSTANBUL
Di 21emîn hefteya Lîga Super a Spor Totoyê de Galatasaray û Antalyaspor wê sibê bên pêşberî hev.
Pêşbirk wê di Stada Turk Telekomê saet 20.00an de dest pê bike.
Hakemê pêşbirkê wê Bariş Şîmşek be.
Di Lîga Superê de 41 puanê Galatasarayê, 21 puanê Antalyasporê heye.
- Muslera wê di pêşbirkê de nelîze
Qeleparêzê Galatasarayê Fernando Muslerayê ku cezayê karta zer hildabû wê di pêşbirkê de formayê li xwe neke. Şûna wî Cedrîc Carrasso wê qeleyê biparêze.
Futbolîst Jason Denayer û Fernando Reges ên ku seqet bûne jî wê li hember Antalyasporê di pêşbirkê de nelîzin.
- Marîano û Feghoulî lî sînorê cezayê de ne
Di Galatasarayê de Marîano Fîlho û Sofîane Feghoulî beriya pêşbirka Antalyasporê lî sînorê cezayê karta zer de ne.
Heke di pêşbirkê de cezayê karta zer hildin wê nikaribin beşdarî pêşbirka li hember Kasimpaşayê bibin.
Galatasaray di 16 pêşpirkên li Stada Turk Telekomê de li hember reqîbên xwe têk neçû.