Haydar Şahin
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 29 Mijdar 2017
BEXDA
Piştî ku Heyder Ebadiyê Serokwezîrê Iraqê got "Hedefa me ew e ku piştî têkoşîna dijî DEAŞê li dijî gendeliyê têkoşînê bidin" daraza welêt dest bi wezîfeyê kir û cezayê hepsê yê ku dabûn hin rayedarên dewletê yên tevlî gendeliyê bûne tesdîq kir.
Di daxuyaniya Saziya Kontrola Malî û Zelaliyê ya Iraqê da wiha hat gotin: "Seroktiya Dadgeha Temyîzê ya Bexdayê cezayê hepsê yê Bûrhan Şawî Temîmî û Siyamend Zeyd Ehmedê Midûrên Saziya Telekomunikasyon û Ragihandin yên berê tesdîq kir."
Wek mayîn di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku dadgehê cezayê Riyaz Muhsîn Aniyê Midûrê Malî û Îdarî yê Wezareta Darayiyê û cezayê dabûn Samî Ehmed Şêxliyê Midûrê Îdarî yê Kuluba Sporê ya Artêşê jî tesdîq kir.
Di daxuyaniyê da hat îlankirin ku cezayê Heyat Mehdî Cewadê Midûrê Daîreya Firotina Emlakê yê Kerbelatê yê berê jî hat pesendkirin, der barê dema cezayê van kesan da agahî nehat dayîn.
Di van rojên dawîn da Ebadî balê dikişîne ser gendeliyên piştî 2003yan hatin kirin, do jî bi mifetişên Saziya Kontrola Malî û Zelaliyê ra civiyabû.