Zuhal Demirci
07 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2022
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îngiltereyê Borîs Johnson wê ji serokatiya Partiya Mihafezekar ya desthilatdar e îstifa bike û heta hilbijartina serokatiya partiyê ya di payîzê da jî weke serokwezîr bimîne.
Li gor nûçeyên di çapemeniya Îngiliz da derketin Johnson wê îro ji serokatiya partiyê îstifa bike.
Di nava Partiya Mihafezekar da wê pêşbaziya serokatiyê dest pê bike û di meha Cotmehê da serokê nû bê hilbijartin.
Berdevkekî Ofîsa Serokwezîriyê jî diyar kir ku Johnson wê îro daxuyaniyê bide.
Tê texmînkirin ku Johnson di nava rojê da îstifa bike.