Mücahit Oktay
14 Nîsan 2022•Rojanekirin: 15 Nîsan 2022
Şaredarê New Yorkê Erîc Adams diyar kir, Frank R. Jamesê 62 salî yê êrîşkarê metroya Brooklynê ku 23 kesan birîndar kiribû, hat binçavkirin.
Adams daxuyanî da çapemeniyê û got ku Frank Jamesê bersûcê êrîşa çekdarî ya metroya Brooklynê hat qefaltin û wiha domand: "Hevalên min ên New Yorkî ew qefaltin."

Di axaftina xwe da Adams ji hemû welatiyên bo qefaltina bersûc hewl dan ra spas kir.
Hat gotin ku James ji bajaroka East Villageya ser Manhattanê ji alî polêsan va hat sekinandin û paşê hat binçavkirin.